Li 3 atolyeyên tekstîlê li li Bitlisê tên avakirin

Li 3 atolyeyên tekstîlê yên ku dê li Bitlisê bên avakirin dê 1000 kes bên îstixdamkirin

Li 3 atolyeyên tekstîlê li li Bitlisê tên avakirin

Li Bitlisê ji bo avakirina 3 atolyeyên tekstîlê yên li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ku dê 1000 kesî îstixdam bike protokol hat îmzekirin.

Di bernameya li hêwana civînê ya walîtiyê hat lidarxistin da Walî Oktay Çagatay bi xwediyên kargehan ên ku dê atolyeyê vekin ra hat ba hev û got ku ji bo bajêr şahidiya rojeke girîng dikin.

Çagatay diyar kir ku 3 atolyeyên tekstîlê yên ku di piştgiriyê bidin îstixdamê dê di meha adarê da dest bi fealiyetê bikin û da zanîn ji bo ku bajêr bê asteke çêtir dixebitin.

Çagatay bal kişand ku Bidlîs yek ji wan bajarên Tirkiyeyê ye ku xwedî nifûsa herî ciwan e û wiha axivî:

"Nîvendiya temenê bajarê me 23 ye. Ji sedî 69ê nifûsa me bin 29 salî ra ye. Bi hakimiyeta dewleta xwe va me pirsgirêka Bitlisê  ya der barê terorê da xilas kir. Em geşedanên vê jî bi welatiyên xwe ra dibînin. Dema em li kolanan dipirsin ka gelo pirsgirêka ewi a Bitlisê çi ye em bersiva "bêkarî" yê hildidin. Hesteke xweş e ku mirov li bajarekî ji terorê xalî bûye bixebite. Em ê pirsgirêka bêkariyê jî bi saya muteşebisên xwe çareser bikin. Li OSBya me ya ku 20 sal berê hatiye avakirin 55 parselên me hebûn. Ji bo van eleqeyeke mezin hat nîşandan. Parlementerên me di encama hevdîtinên xwe yên bi Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê ra 5 milyon lire pereyê terxankirî peyda kir. Wek Îdareya Taybet a Bajêr me jî 5 milyon lire piştgirî da. Bi 10 milyon lireyê va 3 fabrîqeyên ku me peymana wan îmze kir çêkir."

Ji xwediyên kargehê Metîn Çoban jî ji ber piştgiriya hat dayîn spas kir û got ku "Gelekî hewcehiya Bitlisê bi tiştên bi vî rengî heye. Nifûsa ciwan û bêkarî zêde ye. Bi saya piştgiriya dewleta me û veberhênanên tên kirin dê pirsgirêka bêkariyê jî ji holê rabe."

Walî Çagatay û xwediyên kargehê piştî axaftinan metnên protokolê yên ku ji bo avakirina 3 atolyeyên tekstîlê yên ku dê 1000 kes bên îstixdamkirin îmze kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE