Li 3 bajaran 7 terorîst hatin berterefkirin

Di operasyonên li Diyarbekir, Mêrdîn û Bidlîsê hatin kirin da jê yek navê wî di lîsteya gewr da 7 terorîst hatin berterefkirin

Li 3 bajaran 7 terorîst hatin berterefkirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di operasyonên li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Bidlîsê hatin kirin da jê yek navê wî di lîsteya gewr da 7 terorîst hatin berterefkirin.

Li gor daxuyaniya Wezaretê di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî li çolbestên Liceya navçeya Diyarbekirê tîmên Midûriya Ewlehiya Bajêr û Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr jê yek navê wî di lîsteya gewr da 2 terorîst berteref kirin.

Hat gotin terorîst Yusuf Demirê bi navê xwe yê kod "Fedaî Koçer" yê ku navê wî di lîsteya gewr da heye û bi 300 hezar lire xelatê va lêdigeriyan jî hat berterefkirin.

Ji bilî vê di çol û bestên Dêrika navçeya Mêrdînê jî di operasyona ku ji hêla cendirmeyan va hat kirin da 3 terorîst, li Bidlîsê jî di operasyona ji hêla tîmên Tevgera Taybet a Cendirmayan a Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr hat kirinda jî 2 terorîst hatin berterefkirin.

Li herêmê operasyon dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE