Li Rojhilatê Anadoluyê ji nîvro pê va li sê bajaran baraneke gur wê bibare.
Li gor Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li hemû herêmê hewa wê ewrayî be, li Qers, Erdexan û Erziromê ji nîvro pê va wê barana gur bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ji hêla bakur va jî ba wê bê.
Germahiya herî kêm a bi şev li Tuncelî û Erzinganê 19, li Îdirê 18, li Agiriyê 15, li Erziromê 14, li Qersê 12 û li Erdexanê 10 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde a bi roj jî wê li Tunceliyê 35, li Îdirê 34, li Agiriyê 33, li Erzinganê 31, li Erziromê 27, li Qers û Erdexanê jî 24 pile be.
AA