Li 3 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran

Hat ragihandin li Erzirom, Erzincan û Erdexanê ji nîvro pê va heta êvarê baranê bibare.

Li 3 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran

 Li 3 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran wê bibare.

Di daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê perçe ewrayî û li herêmên bakur jî pir ewrayî be.

Hat ragihandin li Erzirom, Erzincan û Erdexanê ji nîvro pê va heta êvarê baranê bibare.

Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be û bayekî nerm wê ji aliyên başûr rabe. Li bendê ne ku piştî nîvro li dora Erzirom û Erzincanê dem demî bayekî nîveqewî bê.

Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Tuncelî û li Îdirê 16, li Erzincanê 14, li Erziromê 9, li Agiriyê 7, li Erdexanê 6, li Qersê jî 5 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 35, li Tunceliyê 33, li Erzincanê 31, li Agiriyê 29, li Qersê 28, li Erziromê 27 û li Erdexanê 24 pile be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE