Li Van, Hakkari û Bitlîsa bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 456 wargehan hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat destnîşankirin ku li Bahçesaray, Başkale, Gurpinar, Çatak, Muradiye, Erciş û Çaldiranê rêya 216 wargehan hatiye girtin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî dest bi wezifeyê kirin û ew ê di demeke kin da rêyên girtî vekin.
Wekî mayîn rêbejaya Van-Bahçesarayê ya ji ber berfê hatibû girtin îro dîsa hat vekirin.
Li Hakkariyê ji ber barîna berfê rêya 56 gund û 169 goman hat girtin.
Li Bidlîsê jî ji ber berf û bagerê rêya 15 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku xebatên vekirina rêyên girtî didomînin.
Li Muşê ji ber berfa du roj e bi navber dibare jî di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derdikevin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr rêya 56 gundan vekirin.