Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajarên ku dawiya hefteyê wê qedexeya derketina derva hebe ji waliyan ra telîmat şand ku îro di navbera saet 15.00-24.00an da polês û cendirme derkevin çavdêriyê.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî hat destnîşankirin li 31 bajarên ku dawiya hefteyê wê qedexeya derketina derva hebe îro di navbera saet 15.00-24.00an da wê polês û cendirme derkevin çavdêriyê.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin li ciyên danûsitendinê yên qerebalix, îstasyonên sotemeniyê û rawestgehan wê kontrola mesafeya fizikî û maskeyan bê kirin.AA