Li 32 bajaran operasyona dijî FETOyê

Lêpirsînên li dijî FETO/PYDyê yên Serdozgeriya Komarê ya Konyayê dewam dikin.

Li 32 bajaran operasyona dijî FETOyê

Li 32 bajarên ku navenda wan Konya ye di çarçoveya lêpirsîna dijî FETO/PDYyê da eskerên wezîfedar jî di nav da ji bo 50 gumanbarên ku li gor tesbîtê bi rêxistinê ra têkildar in, biryara girtinê hat derxistin.

Lêpirsînên li dijî FETO/PYDyê yên Serdozgeriya Komarê ya Konyayê dewam dikin.

Di çarçoveya lêpirsînan da li gor îfadeyên personelên eskerî yên mensûbê FETO/PDYyê ku di nav Artêşa Tirkiyeyê da cih girtine û gumanbarên ku li gor tesbîtê ji van ra îmamtiya mehrem kirine, eskerên wezîfedar jî di nav da ji bo 50 gumanbarên ku li gor tesbîtê bi rêxistinê ra têkildar in, biryara girtinê hat derxistin. 

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze û Qaçaxcîtiyê ya Midûriya Emniyeta Bajêr li 32 bajarên ku navenda wan Konya ye di heman demê da operasyon birin ser navnîşanan.

Ji bo girtina gumanbaran xebat didome.

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 16:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE