Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê berf û bagerê rêya 581 cî waran girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji ber berf û bagerê rêya 148 taxên çiyayî girtî ne.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan, paqijkirina berfa li kolan û peyarêyan dixebitin.
Li navçeyên Çaldêran, Sera û Ozalpê welatiyan betanî li wesayîtên xwe pêça.
Bi tesîra sir û sermayê li navçeyê deporê avê û robar qerimîn, ekîbên îtfaiyeyê şembelîkên ku bi baniyan va daliqiyane, paqij kirin.
- Mûş
Li Mûşê hefteya borî bi navber berf barî, bager rabû û rêya 266 gundên ser navend û navçeyan hatin girtin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir, ji bo vekirina rêyan xebat dewam dikin.
Rewşa hewayê di çûyîn û hatina wesayîtan da tengasiyê derdixe.
Ekîbên şaredariyê dixebitin ku berfa kolan û peyarêyan bavêjin.
- Hekarî
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, ji ber şert û mercên hewayê rêya 20 gund û mezreyan hat girtin.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî ji bo paqijkirina berfa nava bajêr dixebitin.
Piştî barîna berfê li tevahiya bajêr bi baniyên avahiyan va şembelîlk daliqiyan, rûyê robaran qerimî.
Hin welatiyan wesayîtên xwe bi brande û betaniyan pêça.
- Bidlîs
Midûrê Rê û Xizmeta Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku li tevahiya bajêr berfê rêya 147 cî û waran girtiye.
Kurtkan daxuyand, ji bo ku welatî mexdûr nebin, xebata vekirina rêyan dewam dike.
AA