Li 4 bajarên herêma Rojhilatê berfê rêya 569 cî û waran girt

Li gor daxuyaniya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê weşand ji ber berf û pûkê rêya 99 deveran ji çûn û hatinê ra hat girtin û ji bo vekirina wan rêyan xebat didomin.

Li 4 bajarên herêma Rojhilatê berfê rêya 569 cî û waran girt

 Li Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê ji ber barîna berfê rêya 569 gund, gom û bajarokan hat girtin.

Li gor daxuyaniya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê weşand ji ber berf û pûkê rêya 99 deveran ji çûn û hatinê ra hat girtin û ji bo vekirina wan rêyan xebat didomin.

Bitlis

Li Bitlisê jî ji ber berf û pûka bi tesîr bû li navend û navçeyên bajêr rêya 275 gunadan hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan hewl dan û xebatên xwe domandin.

Welatiyan jî berfa li ser wesayîtên xwe û ya pêş dikanên xwe paqij kirin û ekîbên rêbejê jî berfa di kuçe û kolanan da paqij kirin.

Li Muşê jî rêya 159 gundan » li Hekariyê jî rêya 8 gund û 28 goman ji ber berf û pûkê hatibûn girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE