Li Van Mûş, Bitlis û Hakkarîyê ji ber berf û pûkê rêya 612 tax û gundan hat girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê di daxuyaniya xwe da ragihand ku ji ber berf û pûkê li Gurpinarê 8, Baxçeserayê 74, Başqeleyê 22, Edremîtê 1, Gevaşê 13, Îpekyoluyê 12, Muradiyeyê 56 û Tuşbayê jî 25 bi tevahî rêya 211 tax û gundan girtiye.
Ekîbên berf avêtinê yên li bajêr berfa ser rêyan paqij dikin û ekîbên şaredariyê jî li nav bajêr kuçe û kolanên di bin berfê da mane vedikin.
Ji hêla din va rêya di navbera Van-Baxçeserayê da jî ji ber şert û mercên hewaya xerab ji çûn û hatinê ra girtiye.
Berf û pûkê li Mûşê rêya 144, li Bitlisê rêya 125 û li Hakkariyê jî rêya 162 cî û waran ji çûn û hatinê ra girt.
Ekîbên Îdareyên Taybet ên wan bajaran ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.