Li 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê berf

Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ew ê berf bibare

Li 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê berf

Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ew ê berf bibare.

Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meterorlojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be, car caran şiliyê bibare û berêvarê jî li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê şilope û berfê bibare.

Bi şev germahiya hewayê li Qersê di binê sifirê da 3, li Erdexanê di binê sifirê da 2, li 0, li Erzincanê 5 û li Îdirê 7 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 16, li Erzincanê 15, li Agirî û Qersê 8, li Erdexan û Erziromê 5 pile be.

Qalindahiya berfê li Sariqamîşa Qersê 66, li Qonaxliya Erziromê 105, li Palandokena Erziromê 136 û li Ergana Erzincanê 180 santêm hat pîvandin.

Dibê welatî ji bo aşît û şepeyê baldar bin û bê tevdîr nemînin lewra berf dihele û xetereya aşîtê çêdibe.

- Li Agiriyê meha nîsanê berf barî

Li Agiriyê berfa ku meha nîsanê barî, kirasê spî kişand ser erdê.

Li bajêr baran û şilopeya ku ev 2 roj e dewam dike, li ciyên bilind vegerand berfê.

Welatî serê sibehê gava derketi derva, ligel ku nîvê meha nîsanê ye, bi manzaraya berfê ra rûbirû man.

Ji ber barîna baran û şilopeyê ajokaran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin. Welatiyan jî berfa li ser wesayîtan paqij kir.

Di daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê da hat destnîşankirin ku li deverên bilind berf ket.

- "Em di meha nîsanê da kêfa berfê dikin"

Welatî Îsa Adiguzel di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di nîvê meha nîsanê da ketina berfê, bû sedema metelmayîna însanan.

Adiguzel wiha xeberda, "Em û zarok em derketin derva gerê, lêbelê em rastî surprîza berfê hatin. Em di meha nîsanê da kêfa berfê dikin. Xweşiya vê derê jî ev e bi min. Jixwe zarok ji berfê zehf hez dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE