Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf wê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewayê pir ewrayî be, li Erzincan û Îdirê baran, li Erzirom, Qers û Erdexanê jî car caran berf û baran wê bi hev ra bibare.
Germahî wê li gor demsalê be, ji hêla başûr û başûrê rojava va jî car caran ba wê rabe.
Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Îdirê 6, li Erzincanê 2, li Agiriyê 1, li Erzirom û Qersê sifir, di bin sifirê da li Erdexanê jî 2 pile hat pîvan.
Nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdirê 13, Erzincanê 10, li Agiriyê û Erziromê 7, li Qers û Erdexanê jî 5 pile tê payîn.
Li navenda xweşiqitandinê ya Sariqamîşê qalindahiya berfê 71 santêm, li Konakliyê 93, li Palandokenê 140 û li Erganê jî 180 santêm hat pîvan.
Rayedaran gotin ji ber helîna berfê dibe ku li hin ciyan lehî û hezaz çêbibin û ji ber vê yekê ku bila welatî baldar bin.AA