Li 4 bajarên rojhilatê bi şev germa hewayê ket binê sifirê

Li 4 bajarên rojhilatê bi şev germa hewayê ket binê sifirê

Li Qers, Agirî, Erzirom û Erdexanê bi şev germa hewayê ket binê sifirê.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Qersê 6, li Erdexanê 4, li Erziromê 3 û li Agiriyê 2 pile hat pîvan.

Bi şev germa hewayê li Tuneliyê 6, li Îdirê 5 û li Erzincanê jî jî 2 pile hat pîvan.

Ji ber sir û sermayê li navenda bajarê Erziromê û li Sariqamîşa navçeya Qersê serê sibehê li ser wesayît û dar û beran qiravî ket.

Li navçeya Sariqamîşê mêrg û mexel jî bi qiraviyê spî bûn. Ji şivanan Ahmet Boztoprakê ku heywanên xwe berda çêrê got ku hewa ber bi nîvê şevê pir sar bû û wiha dewam kir, "Li Sariqamîşê germa hewayê ket binê sifirê, li her derê qiravî ket. Ka em binihêrin nesîbê me wê îro çi bibe. Em di çêrandina heywanan da zehmetiyê dikişînin."

Li navçeyê hin rovî ji xwe ser çayîran li xwarinê geriyan.

Li tevahiya herêmê îro hewa wê ewrsayî be.

Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê ji pileyekî heta 3 pileyan bikeve.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 23, li Erzincanê 19, li Îdirê 18, li Agiriyê 16, li Erziromê 15, li Qersê 13 û li Erdexanê 11 pile tê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE