Li 4 bajarên Rojhilatê rêya 120 gund û taxan hat girtin

Li 4 bajarên Rojhilatê rêya 120 gund û taxan hat girtin

Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 120 cî û waran hat girtin.

Şardariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û ragihand ku ji ber berf û bagerê rêya 29 gund û goman hat girtin.

Ekîbên rêvekirinê berfa li ser kuçe û kolanan paqij dikin û ji bo vekirina rêyên girtî jî xebatên xwe didomînin.

- Hekarî

Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan li seranserê bajêr rêya 30 cî û waran hatiye girtin ku ekîb ji bo vekirina rê û dirban dixebitin.

Li bajêr welatî û dikandaran jî berfa li pêşiya mal û dikanên xwe paqij kirin.


Ekîbên şaredariyê berfa li ser rê û peyarêyan paqij dikin û berfê bi kamyonan bar dikin dibin dervayî bajêr.


- Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Rêveberiya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ji 203 gundan rêya 197 gundan hat vekirin.

Kurtkan got ku ji bo welatî mexdûr nebin ew xebatên rêvekirinê didomînin, 6 rêyên mane jî wê bên vekirin.

- Mûş

Li Mûşê ji ber berfê rêya 55 gundan hat girtin.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur destnîşan kir ku li bajêr berf 4 roj e tesîra xwe didomîne.


Yentur got ew ji bo vekirina rêya gundan hewl didin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE