Li 4 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê berf û bagerê rêya 517 niştewaran girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê hat dayîn, ji navçeyan li Miksê rêya 70 niştewaran, li Başkaleyê rêya 35 niştewaran, li Gurpinarê rêya 24 niştewaran û li Çatakê rêya 3 niştewaran girtî ye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo vekirina rêyan ekîbên berfê hatine şandin, rê wê di demeke nêz da werin vekirin.
Berf û bagerê li Muşê rêya 56, li Bidlîsê rêya 28, li Hakkariyê jî rêya 95 gundan û 216 mezreyan girt.
Ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.