Li 4 bajarên Rojhilatê rêya 645 gund û taxan ji ber berfê girtî ne

Li ser rêya Muş û Bitlisê jî ji ber ku mij û dûman heye welatî zehmetiyê dikşînin.

Li 4 bajarên Rojhilatê rêya 645 gund û taxan ji ber berfê girtî ne

Li Van, Hekarî, Bitlis û Muşê ji ber berf û bage rêya 645 tax û gundan hat girtin. 

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê, ji ber hewayê li bajêr rêya 294 tax û gundan hatin girtin.

Tîm berfa li bajêr paqij dikin û ji bo rê bên vekirin dixebitin.

Muş 

Midûrê Xizmetên Rê û Ragihandinê ya Rêveberiya Taybet a Bajar Nîhat Rençber daxuyand ji ber berf û bagerê rêya 125 gundan hatin girtin.

Ekîbên Şaredariya Muşê jî berfa li kuçe û kolanan paqij dikin.

Li ser rêya Muş û Bitlisê jî ji ber ku mij û dûman heye welatî zehmetiyê dikşînin.

Bitlis

Midûrê Xizmetên Rê û Ragihandinê ya Rêveberiya Taybet a Bajarê Bitlisê Umît Kurtkan diyar kir ji ber berf û bagerê li navenda Bitlisê û navçeyan rêya 153 tax û gundan hatine girtin.

Kurtkan got ji bo verkirina rêyan xebat tên kirin, ekîb ji bo rewşa acil jî amade disekinin.

Ekîbên şaredariyê û rêbejayê ji bo ku di hatin û çûyînê da pirsgirêk çênebe xebatên xwe didomînin.

Hakkari

Li Hakkariyê ji ber berf, şepe û bagerê rêya 17 gundan û 56 mezrayan hatin girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr berfê paqij dikin ku rê bên vekirin. 

Ji Meteorolojiyê hişyariya şepe û qeşayê

Li gor daxuyaniya ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.

Bişev û serê sibê qeşa û cemed wê çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr va car caran ba wê rabe.

Bi roj germa hewayê di binê sifrê da li Bitlisê 9, li Hakkariyê 8, li Muşê 6 û li Vanê jî 5 pile tê payîn.

Li giştiyê herêmê ji ber talûkeya qeşa, hişkî û şepeyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE