Li 4 bajarên Rojhilatê wê barana gur bibare

Li bajarên Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexanê tavî û baran wê çêbibe

Li 4 bajarên Rojhilatê wê barana gur bibare

Li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê barana gur wê bibare.

Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir li herêmê hewa wê pirewravî be.

Ji nîvro pê va li Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexanê barana gur wê bibare.

Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ji hêla bakur va jî ba wê demdemî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî kêm li Erdexanê 5, li Qersê 8, li Erziromê 11, li Agiriyê 13, li Erzinganê û Tunceliyê 14, li Îdirê jî 15 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin germahiya nava rojê jî li Tunceliyê 29, li Îdirê 28, li Agiriyê 27, li Erzinganê 26, li Erziromê 24, li Qersê 23 û li Erdexanê jî wê 20 pile be.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE