Li 4 bajarên rojhilatê welêt rêya 306 wargehan hat girtin

Li 4 bajarên rojhilatê welêt rêya 306 wargehan hat girtin

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber rewşa hewayê rêya 306 wargehan hat girtin.

Berf û bagera li Wanê dewam dike ji bo welatiyan dibe tengasî, di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derdikevin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat diyarkirin ku ji ber berf û bagera li navenda bajêr û navçeyan rêya 82 wargehan hat girtin.

Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

- Mûş

Li Mûşê berfa bi şev dest bi barînê kir di çûyîn û hatinê da tengasî derxist.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şehmus Yentur di daxuyaniya xwe da diyar kir ku rêya 17 gund û 24 goman hat girtin.

Yentur destnîşan kir ku ekîb ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

- Hekarî

Li Hekariyê ji ber berf û bagerê rêya 179 wargehan xitimî û qalindahiya berfê ji bihustekê derbas bû.

Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî xebatan didomînin.

Welatiyan berfa li pêşiya xanî û dikanan û ser wesayîtan paqij kir.

- Bidlîs

Li Bidlîsê ji ber berfê rêya 4 gundan hat girtin.

Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a bajêr destnîşan kir ku li herêmên bilind berf dibare, rêya 4 gundan xitimî, ekîb ji bo van rêyan vekin dixebitin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE