Li 4 bajarên Rojhilata Anadoluyê şilope û berf wê bibare

Qalindahiya berfê li Ardahanê 16, li Karsê 12, li Erzurumê 9, ji navendên kaşûnê li Palandokenê 99, li Erganê 85 û li Sarikamişê 78 santêm hat pîvan

Li 4 bajarên Rojhilata Anadoluyê şilope û berf wê bibare

Hat ragihandin ku li Erzurum, Erzincan, Agirî û Îdirê şilope û berf wê bibare.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrayî tê payîn.

Li Erzincan û Igdirê baran û şilope, li Agirî û Erzurumê jî berf tê payîn.

Germa hewayê wê li gor demsalê be.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 5, li Tunceliyê 3, li Erzincanê sifir, di binê sifrê da li Karsê 3, li Agirî û Erzurumê 2, li Ardahanê pileyek hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya zêde li Îdirê 11, li Tunceliyê 7, li Erzincanê 5, li Karsê 4, li Erzurum, Agirî û Ardahanê 3 pile tê payîn.

Qalindahiya berfê li Ardahanê 16, li Karsê 12, li Erzurumê 9, li navendên kaşûnê li Palandokenê 99, li Erganê 85 û li Sarîqamişê 78 santêm hat pîvan.

Rayedarên meteorolojiyê diyar kir, li tevahiya herêmê bişev û serê sibê qeşa û cemed tê payîn û divê welatî ji bo qeşa, cemed û seba talûkeya şepeyê li ber pal û berpalan baldar û tevdîr bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE