Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Vanê, ji ber şertên neyênî yên hewayê li seranserê bajêr rêyên 24 gund û goman hatin girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê yên ku ji hefteya borî vir va xebatên xwe li navendê û navçeyan didomînin, ji bo vekirina rêyên mayîn hewil didin.
- Muş
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Nîhat Rençber diyar kir ku ji 311 rêyên ku ji ber barîna berfê hatin girtin, 302 jê hatin vekirin.
Rençber herwiha diyar kir ku ji bo vekirina 9 rêyên mayîn jî ekîb xebatên xwe didomînin û herwiha ekîbên rewşa bilez jî amade ne.
- Hakkari
Li Hakkariyê jî herwiha ji ber ketina berfê rêyên gundekî û 5 goman hatin girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ku pêr ji 30 rêyên girtî, 24 jê vekirin, ji bo vekirina 6 rêyên mayîn jî xebatên xwe didomînin.
- Bitlis
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bitlisê Umît Kurtkan diyar kir ku li bajêr ji ber berfê rêyên 33 gundan hatin girtin.
Kurtkan bal kişand ku ji bo vekirina rêyan xebat dewam dikin û ekîbên rewşa bilez jî amade ne.