Li Edremîta Vanê li zarokên sêwî bisîklet hatin belavkirin. Bisîkletên ku ji aliyê karsazekî xwedanxêr hatin şandin, ji aliyê Şaredarê Edremîtê Îsmaîl Say li zarokan hat belavkirin. Di merasîmê de kêf û kelecan hebû.
Li Edremîta Vanê ji bo zarokên sêwî kampanyayeke xweş hebû.Karsazekî xwedanxêr ji zarokan re bisiklêt şandin.
Şaredariya Edremîtê ku kampanya bi rê ve dibir bisiklêt li zarokan belav kirin.
Şaredarê Edremîtê İsmail Say got ji bo zarokên me çi ji destê me bê em ê bikin.
Şaredarê Edremita Vanê Îsmaîl Say wiha axivî; ‘’Me bisiklêtên ku hatin şandin hebo hebo li zarokên xwe belav kirin. Xwezî me karibûya li Edremîtê li hemû zarokên xwe belav bikira. Em ji xêrxwazan re spas dikin. Kêfa zarokan anî. Ji bo hewcedariyên zarokan safî bikin çi ji destê me tê, em dikin.’’
Zarokên ku gihiştin bisiklêtên xwe gelek bextewar bûn.