Bi ser şaxa mulkiyê ango dibistana zanînên siyasî ya FETÖ’yê de li 45 bajaran operasyon hat kirin. 83 gunbarên ku di sala 2012an de pirsên ezmûna qeymeqamiyê dizîbûn hatin binçavkirin.
Ji aliyê Serdozgeriya Enqereyê ve li ser dizîna pirsên qeymeqamiyê lêpirsîn dewam dike.
Endamên rêxistina terorî FETÖ’yê di sala 2012an de beriya ezmûna qeymeqamiyê, pirsên ezmûnê bi dest xistibûn.
Di çarçoveya lêpirsînê de serdozgeriyê ji bo 165 kesan biryara girtinê da.
Li 45 bajaran operasyona hevem hat lidarxistin û 83 gumanbar hatin girtin.
Ji bo girtina gumanbarên din xebat didomin.