Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna ser şaxa "xizmetên mehrem" a li Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da seba 98 bersûcan biryara binçavkirinê hat dayîn.
Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo deşîfrekirina mensûbên FETOyê yên nav MÎT, TEMa Midûriya Giştî ya Ewlehiyê û Serokatiya Daîreya Têkoşîna Sûcên Sîber, der barê "îmamên mehrem" ên nav şaxa rêxistinê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da seba 7 jê ser wezîfeyê, 53 jê îxrackirî bi tevahî 98 gumanabaran biryara binçavkirinê hat dayîn.
Polêsan seba girtina bersûcan li 45 bajarên ku navenda wan Enqere ye, operasyon da destpêkirin.AA