Li Edene, Bitlîs, Hekarî, Mêrsîn û Wanê hin cî û warên tebiî wek "qadên hesas yên divê bên parastin" hatin tescîlkirin û îlankirin.
Der barê mijarê da biryarên Serokomariyê di Rojnameya Fermî da hatin îlankirin.
Li gor biryarên Serokomariyê li Karataş û Yumurtalika navçeyên Edeneyê Laguna Yumurtalikê, li Gulnara navçeya Mêrsînê Avgura Ilisuyê, li Tuşbaya navçeya Wanê giravên Çarpanak û Adirê, li Gevaşa navçeya Wanê Girava Axdamarê, li Adilcewaza navçeya Bitlîsê Gola Aygirê û li Yuksekovaya navçeya Hekariyê Cemedên Cîloyê ku cî û warên tebiî ne wekî "qadên hesas yên divê bên parastin" hatin tescîlkirin û îlankirin.