Li 5 Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî nîvro hewa wê ewravî be û barana gur wê bibare.
Li gor Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li hemû herêmê hewa wê ewrayî be, li Erzirom, Qers, Îdir û Agiriyê jî ji nîvro pê va wê barana gur bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ji hêla bakur va jî car caran wê ba rabe.
Germahiya herî kêm a bi şev li Erdexanê 6, li Qersê 7, li Erziromê 12, Erzinganê û Agiriyê 14, li Tunceliyê 19 û li Îdirê jî 20 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde a bi roj jî wê li Tunceliyê 35, li Erzinganê 33, li Îdirê 29, li Agiriyê û Erziromê 28, li Qersê 24 û li Erdexanê jî wê 23 pile be.
AA