Li 5 bajarên din jî derketina derva ya bêmaske hat qedexekirin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca daxuyand li Diyarbekir, Erzirom, Qeyserî, Rîze û Şanliurfayê bêmaske derketina derva hat qedexekirin.

Li 5 bajarên din jî derketina derva ya bêmaske hat qedexekirin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca daxuyand ji ber tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li 5 bajarên din jî derketina derva ya bêmaske hat qedexekirin.

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa bajarên ku hejmara kesên bi vîrusê ketine zêde dibin kir û got saziyên hifzisihhayê bi serokatiya waliyan li hemberî rîska şewbê biryaran didin.

Koca got di vê çarçoveyê da bikaranîna maskeyê berpirsyarîyeke civakî ye û bê maske têkoşîn nabe.

Wezîr Koca daxuyand li Diyarbekir, Erzirom, Qeyserî, Rîze û Şanliurfayê bêmaske derketina derva hat qedexekirin.

Piştî vê biryarê li 42 bajaran (Adıyaman, Afyonkarahisar, Amasya, Erdexan, Aydin, Balikesîr, Bartin, Batman, Bolu, Burdur, Denizlî, Düuzce, Elezîz, Eskîşehir, Gazîentab, Gîresun, Îdir, Isparta, Kahramanmaraş, Karabuk, Kirklarelî, Kocaelî, Konya, Kutahya, Meletî, Mardîn, Mugla, Mûş, Nevşehir, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Sêwas, Şirnex, Tuncelî, Uşak, Zonguldak, Diyarbekir, Erzirom, Qeyserî, Rîze û Şanliurfayê) bikaranîna maskeyê hat mecburîkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE