Li 5 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê şilope û berf tê payîn

Hat ragihandin ku li 5 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê şilope û berf wê bibare.

Li 5 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê şilope û berf tê payîn

Hat ragihandin ku li 5 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê şilope û berf wê bibare.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînê li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, ji danê nîvro pê va li Erzurum, Erzincan, Ağrı, Iğdır û Karsê bi navber baran û berf wê bibare.

Li Erzincan û tevahiya Îdirê û bakurê Erzurumê şilope û piştî wextan berf wê bibare.

Li herêmê germa hewayê li gor demsalê tê payîn.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 2, di binê sifrê da li Erzincanê pileyek, li Ağrı û Erzurumê 4 pile, li Ardahanê 6 û li Karsê 11 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Erzincan û Îdirê 5, li Ağrı, Kars, Ardahan û Erzurumê pileyek tê payîn.

Li herêmê qalindahiya berfê li Erzurumê 8, li Karsê 6, li Ağrı û Ardahanê 4, ji navendên kaşûnê li Palandokenê 27, li Cibiltepeyê 26, li Erganê 23 santêm hat pîvan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE