Li 5 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û pirewrayî be, li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê ji danê nîvro pê va demek kin baraneke gur wê bibare.
Li gor texmînê germa hewayê wê 2 û 4 pile ji demsalê zêdetir be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qers û Erziromê 9, li Erdexanê 10, li Agiriyê 13, li Erzincanê 16, li Îdirê 19 pile hat pîvan.
Tê payîn ku germa hewayê ya herî zêde nava rojê jî li Îdir û Erzincanê 32, li Agiriyê 29, li Qersê 28 li Erzirom û Erdexanê 27 pile be.
AA