Li 58 bajaran sînordarkirina derketina derva

Li 58 bajarên xetereya wan "zehf zede" ye sînordarkirina derketina derva ya dê dawiya hefteyê bê tetbîqkirin dest pê kir

Li 58 bajaran sînordarkirina derketina derva

Di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li 58 bajarên "xetereya wan zehf zêde ye" sînordarkirina derketina derva ya ku dê 5ê nîsanê saet 05.00ê da biqede dest pê kir. 

Li bajarên ku di nav koma "xetereya bilind" da cî digirin sînordarkirina derketina derva dê bi awayekî ku îro saet di navbera 21.00 û sibê 05.00ê da û sibê saet 21.00ê da dest pê bike 5ê nîsanê roja duşemê saet 05.00ê da biqede bê tetbîqkirin. 

Adiyeman, Aksaray, Amasya, Ankara, Antalya, Ardahan, Artvîn, Aydin, Balikesîr, Bartin, Bayburt, Bîlecîk, Bolu, Bursa, Çanakkale, Çankiri, Çorum, Duzce, Edîrne, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Eskîşehir, Gazîentab, Gîresun, Gumuşhane, Îdır, Isparta, Stenbol, Îzmir, Karabuk, Karaman, Kastamonu, Qeyserî, Kirikkale, Kirklarelî, Kilîs, Kocaelî, Konya, Kutahya, Meletî, Mêrsîn, Muxla, Nevşehîr, Nîgde, Ordu, Osmaniye, Rîze, Sakarya, Samsun, Sînop, Sêwas, Tekîrdad, Tokat, Trabzon, Yalova, Yozgat û Zonguldak  di nav xetereya "gelekî zêde" da cî digirin. 

Rojên şemî û yekşemê ku sînordarkirin heye dê market, beqal, mêwefiroş, qesab û êmîşfiroş di navbera saet 10.00-17.00ê da vekirî bin. Di nav heman seatan da market, beqal, mêwefiroş, qesab û êmîşfiroş û fîrmayên sîparîşê dê bikarin serwêsa malê bikin. 

Rojên şemî û yekşemê firûn û kargehên ku ruhseda wan a berhemên arvanê hene û bayiyên wan ên nan difroşin dê vekirî bin.

Kargehên wekî loqente/restoran, pasten û şêranîfiroş îro dê heta saet 24.00ê tenê wekî serwêsa pakêt fealiyet bikin. Ev kargeh dê rojên şemî û yekşemê jî di navbera saet 10.00-24.00ê da fealiyetên serwêsa pakêt bikin.

Li bajarên di kategoriya xetereya "zêde" û "gelekî zêde" da cî digirin kesên dê beşdarî mehrên ku ji berê va dîroka xwe hildane bibin ji bo vê dawiya hefteyê dê bikaribin beşdar bibin. 

Di vê navberê da li bajarên xetereya wan "kêm" û nîvend" e sînordarkirina derketina derva sibê û roja yekşemê dê di navbera saet 21.00-05.00ê da bê tetbîqkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE