Tê texmînkirin ku li Erzurum, Igdir, Kars, Agirî, Erzincan û Ardahanê hewayê ewravî be û şiliyê bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be.
Tê texmînkirin ku ji nîvro şûnda li Erzurum, Igdir, Kars, Agirî, Erzincan û Ardahanê bi navber şiliyê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be bayê ji aliyê rojhilatê ra rabe û dibe ku carcaran guj bibe.
Bi şev germahiya hewayê li Ardahanê 8, li Karsê 9, li Agiriyê 11, li Erzurumê 12, li Igdirê 19 û li Erzincanê 21 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Igdirê 35, li Erzincanê 34, li Agiriyê 30, li Karsê 26, li Erzurum û Ardahanê 25 pile be