Li 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê tavî û baran tê payîn

Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn.

Li 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê tavî û baran tê payîn

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê pir ewrayî be, piştî nîvro jî li rojhilatê Erziromê û tevahiya herêmê dem demî tavî û teyrok wê çêbibe.

Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê zêde be, ji hêla bakur bayekî nerm bê û dem demî jî wê nîveqewî bê.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 8, li Qersê 9, li Erziromê 11, li Agiriyê 14, li Erzirncanê 17 û li Îdirê jî 22 pile hat pîvan.

Nava rojê jî germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 35, li Erzincanê 34, li Agiriyê 30, li Erziromê 29, li Qersê 28 û li Erdexanê jî 24 pile tê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE