Tê texmînkirin li 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê barana gur wê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn tê texmînkirin li giştiyê herêmê serê sibê hewa wê kêmewrayî û sayî be, car caran wê pir ewrayî be, ji nîvro pê va jî li rojhilatê Erzincanê û li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê jî barana gur wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ba wê ji hêla bakur nerm, car caran jî nîveqewî wê rabe.
Germahiya herî kêm a şevê wê li Qersê 9, li Erdexanê 11, li Agirî û Erziromê 13, li Erzincanê 19, li Îdirê jî 20 pile hat pîvan.
Li herêmê germahiya herî bilind a rojê jî wê li Îdirê 34, li Erzinanê 32, li Agiriyê 29, li Erziromê 27, li Qersê 26 û li Erdexanê jî wê 24 pile be.