Li 7 bajaran operasyona cixareya qaçax dest pê kir

Wezîr Soylu operasyona ku li 7 bajaran di heman demê da dest pê kir, li Navenda Operasyonê ya Serokatiya Daîreya Têkoşîna Sûcên Qaçaxcîtî û Organîze (KOM) ya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê bi rê va bir.

Li 7 bajaran operasyona cixareya qaçax dest pê kir

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand, li 7 bajaran di çarçoveya titûna qaçax û berên titûnê da dijî 8 komên sûc "Operasyona Nefes"ê dest pê kir.

Wezîr Soylu operasyona ku li 7 bajaran di heman demê da dest pê kir, li Navenda Operasyonê ya Serokatiya Daîreya Têkoşîna Sûcên Qaçaxcîtî û Organîze (KOM) ya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê bi rê va bir.

Li navenda operasyonê Alîkarê Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Resul Hologlu, Serokê Daîreya KOMê Mahmut Çorumlu û alîkarên serokê daîreyê jî li navenda operasyonê bûn.

Soylu paşê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û diyar kir, Operasyona Nefesê ji zû da ye ku tê plankirin û yekeyên KOMê ji bonê xebat dikir.

Soylu diyar kir, piştî ku qaçaxcîtiya cixareyê ji sedî 22yê daket ji sedî 2yê, rêxistinên sûc berê xwe dan qaçaxcîtiya makaronan û wiha dewam kir, "Yekeyên me yên KOMê di 2017an da 42,6 milyon paket cixareya qaçax girtin, ji sala 2021ê pê va ev daket 3,8 milyon paketî."

Soylu destnîşan kir ku di 6 mehên ewil ên salê da 3,8 milyon pakêt cixareya qaçax, 893 milyon makaronên vala, 290 milyon makaronên tijîkirî hatin bidestxistin û wiha dewam kir, "Di heman demê da 192 ton titûn û 252 hezar puroyên qaçax jî hat bidestxistin. Heta niha di operasyonan da pêşî li ber 524 milyon lireyê Tirk perê bacê jî xelas bû."

Soylu wiha dewam kir, "Ji hêla Serokatiya Daîreya Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze li hemû parêzgehan li dijî komên sûcê xebat hat krin, bi qasî 8 komên sûcê hatin tesbîtkirin û îro serê sibehê li dijî van koman biryara lêgerîna 615 navnîşanan hat dayîn. Bi kordînasyona serdozgeriyên me va der heqê 214 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn. Heta niha bi awayekî hevdem li 7 parêzgehan operasyon hat kirin, ev operasyon di encama xebat, şopandin û analîzên 6 mehan da hat kirin û di encamê da 8 komên sûcê hatin tesbîtkirin."

Soylu bal kişand ku hejmara operasyonên dijî çeteyên organîze yên sûcê hatin kirin di sala 2017an da 274 bû û di sala 2021ê da jî derket 767an û wiha got, "Hejmara berşikên ku di van operasyonan da hatin girtin jî di 2017an da 2 hezar û 107 bû û di dawiya 2021ê da jî derket 4 hezar û 978an."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE