Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê di sînordarkirina derketina derva ya ku ji bo tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat dayîn da kuçe û kolan xalî bûn.
Sînordarkirina derketina derva ku li tevahiya welêt heye wê di 22yê sibatê roja duşemê saet 05.00î da kuta bibe. Di çarçoveya sînordarkirinê da li Erzirom, Erzincan, Qers, Tuncelî, Agirî, Erdexan û Îdirê kuçe, kolan, meydan û qadên dîrokî xalî ne.
Li 7 bajarên herêmê ji xeynî kesên ku destûra wan heye û kesên ku ketin Ezmûna Têketinê ya Perwerdeya Personelê Akademîk û Jorlîsansê (2020-ALES/2), hat dîtin ku di kolanan da kes tuneye.
Li bajêran ekîbên berfê jî berfê paqij dikin.
Hêzên asayîşê wesayîtan jî didin sekinandin û belgeyên şofêr û rêwiyan kontrol dikin.
AA