Li 7 bajarên Rojhilatê kuçe û kolan xalî man

Li 7 bajarên Rojhilatê kuçe û kolan xalî man

Li 7 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber biryara sînordarkirina derketina derva ya ku ji bo tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tê dîtin, kuçe, kolan û meydan xalî bûn.

Di çarçoveya giştînameya Wezareta Karên Navxweyî da li tevahiya welêt di 9ê çileya paşîn roja înê ji saet 21.00î da sînordarkirina derketina derva dest pê kir û wê di 11ê çileya paşîn roja duşemê saet 05.00ê da dawî bibe.

Di çarçoveya sînordarkirina derketina derva da li Erzurum, Erzincan, Kars, Tunceli, Ağrı, Ardahan û Iğdırê kuçe, kolan û meydan xalî man.

Hêzên ewlehiyê ji ber sînordarkirinê kolanên sereke di serî da li hemû deveran kontrolên xwe didomînin.

Ekîb wesayîtan jî didin sekinandin û belgeyên şofêr û rêwiyan kontrol dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE