Li 7 parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê şilope dê bibare

Hat ragihandin ku tê texmînkirin li 7 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf dê bibare.

Li 7 parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê şilope dê bibare

 Hat ragihandin ku tê texmînkirin li 7 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluşilope û berf dê bibare.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê bi giştî hewa dê perçe û pir ewrayî be.

Li herêmê li Tuncelî, Erzirom, Erdexan, Qers, Agirî, Îdir û Erzinganê şilope, li deverên bilind jî berf dê bibare.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be ba jî dê ji milê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe. 

Bi şev germahiya herî nizim li Erzinganê 6, li Tunceliyê 5, li Erziromê 2, li Agirî û Erdexanê sifir, di bin sifirê da jî li Qersê 5 û li Îdirê jî 2 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Îdirê 9, li Tunceliyê 8, li Agirî û Erzinganê 7, li Erziromê 6, li Qersê 5 û li Erdexanê jî 4 pile be.

- Li Qersê barîna berfê

Li Sariqamûşa navçeya Qersê destê sibehê berfê dest pê kir barî û ji ber ketina berfê, dar û nebat spîçîl bûn.

Welatî Tarik Erdogdu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku zivistan êdî xwe nîşan dide û wiha dewam kir, "Wiha dewam bike çend roj şûnda tesîsên kaşûnê dê vebin. Em li benda hemû kaşûnhezan in ku werin Sariqamûşê."

Li gundê Kuyucuka navçeya Arpaçayê jî zarokan xwe li ser ava newalê ku ji ber hişkiyê qerimî, xiştanê dan û wextekî xweş derbas kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE