Li 7 parêzgehên Rojhilatê Anadoluyê di roja dawîn a sînordarkirinê da kuçe û kolan bêdeng in

Li Kolana Cumhuriyetê, Meydana Bajêr a Havuzbaşiyê, Meydana Bajêr a Yakutiyeyê û Meydana Bajêr a Keleha Erziromê û her wiha ciyên din ên sereke bêdeng in.

Li 7 parêzgehên Rojhilatê Anadoluyê di roja dawîn a sînordarkirinê da kuçe û kolan bêdeng in

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li parêzgehên Erzurum, Kars, Ardahan, Ağrı, Iğdır, Tuncelî û Erzincanê di roja dawîn a sînordarkirina di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da kuçe û kolan bêdeng in.

Li Erzurumê di roja dawîn a sînordarkirinê da meydan û kolan xalî ne.

Li Kolana Cumhuriyetê, Meydana Bajêr a Havuzbaşiyê, Meydana Bajêr a Yakutiyeyê û Meydana Bajêr a Keleha Erzurumê û her wiha ciyên din ên sereke bêdeng in.

Welatiyan ji dikan, qesab û masîfiroşên nêzîkî mala xwe danûsitandin kirin.

Ekîbên polês û cendirmeyê li rêbendan kontrolên xwe domandin, belgeyên welatî û ajokaran kontrol kirin, ceza li kesên rêgez binpê kirin birîn.

Sînordarkirina bi temamî dê sibehê saet 05.00an bi dawî bibe.

Li Kars, Ardahan, Ağrı, Iğdır, Tuncelî û Erzincanê jî welatî pabendî sînordarkirinê bûn.

Li parêzgehên navborî ekîbên polês û cendirmeyê li ciyên diyarkirî kontrolên xwe domandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE