Li 81 bajaran kontrola asayîşê

Ji ber hin sûcan 727 kes hatin girtin

Li 81 bajaran kontrola asayîşê

Hêzên ewlekariyê li derdora dibistanan kontrolên xwe didomînin. Li 81 bajaran bi awayekî hevdem nêzî 35 hezar wesayîdên serwîsê hatin kontrolkirin. Ji bo hin kesan ciza hat dayîn. Ji ber hin sûcan jî 727 kes hatin girtin.

Ekîbên Wezareta Karên Navxweyî ji bo ku xwendekar bi awayekî ewle perwerdeya xwe bidomînin li derdora dibistanan kontrol kirin.

50 hezar personel beşdarî kontrolkirinê bûn.

nêzî 17 hezar dibistanan hatin kontrolkirin. Ji ber hin sûcan jî 727 kes hatin girtin.

Di sepandinê de nêzî 35 hezar wesayîdên serwîsê jî hatin kontrolkirin.

Ji ber hin kêmasiyan 599 wesayîdên serwîsê ji trafîkê hatin qedexekirin.

Li 4 hezar 500 kesî ji bo ku “qayişa ewlehiyê bi kar neanîne” û “zêde rêwî rakirine” 850 hezar lîre ciza hat dayîn.

Dîroka nûkirinê: 19 Kanûn 2018, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE