Li 81 bajaran kontrola ewlehî û hizûrê hat kirin. Di kontrolan de 2 hezar û 423 kesên ku ji hin sûcan fîrarî bûn hatin girtin. Hezar û 7 wesayîd jî ji ber hin kêmasiyên xwe hatin girêdan.
Di wesayîdan de lêgerîn hat kirin.
Li ser nasnameyan lêkolîn hat kirin.
Li 81 bajaran ji bo ewlehî û hizûra civakê operasyon hat kirin.
21 hezar û 738 polîs tevlî kontrolan bûn.
Di kontrolan de nasnameyên 634 hezar û 841 kesan di ber çavan re hatin derbaskirin.
Di encamê de 2 hezar û 423 kesên ku ji ber hin sûcan fîrarî bûn hatin girtin.
Her wiha 190 hezar wesayîd jî hatin kontrolkirin.
Hezar û 7 wesayîdên ku kêmasiyên wan jî hebûn, ji trafîkê hatin menkirin.
Di lêgerînan de gelek çek û tiryak jî hatin bidestxistin.