Li 9 bajaran midûrên nû yên ewlehiyê hatin wezîfedarkirin

Midûrên nû yên ewlehiyê yên Edene, Afyonkarahîsar, Antalya, Îdir, Karabûk, Mûş, Osmaniye, Rîze û Sêrtê hatin wezîferkirin

Li 9 bajaran midûrên nû yên ewlehiyê hatin wezîfedarkirin

Bi biryareke ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin va li 9 bajaran midûrên nû yên ewlehiyê hatin wezîfedarkirin.

Li gor biryara wezîfedarkirinê ya ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îmze kir, Midûrê Ewlehiyê yê Edeneyê Selamî Yildiz, Midûrê Ewlehiyê yê Îdirê Melih Ekîcî, Midûrê Ewlehiyê yê Karabukê Mehmet Emîn Akay û Midûrê Ewlehiyê yê Sêrtê Mustafa Tokyay li navendê hatin wezîfedarkirin.

Ji ber vê şûna wan vala bû û Midûrê Ewlehiyê yê Mûşê Zafer Aktaş ji bo Midûriyeta Ewlehiya Edeneyê, Huseyîn Golluce ji bo Midûriyeta Ewlehiyê ya Îdirê, Sirri Tug ji bo Midûriyeta Ewlehiyê ya Karabukê, Saruhan Kizilay jî ji bo Midûriyeta Ewlehiyê ya Sêrtê hatin wezîfedarkirin.

Li gor vê biryarê Gursel Yildiz bû Midûrê Ewlehiyê yê Afyonkarahîsarê, Mehmet Murat Ulucan bû Midûrê Ewlehiyê yê Antalyayê, Ahmet Aribaş bû Midûrê Ewlehiyê yê Mûşê, Ahmet Selçuk Okumuş jî bû Midûrê Ewlehiyê yê Osmaniyeyê.

Ji hêla din va şûna Midûrê Ewlehiyê yê Rîzeyê Altug Verdiyê ku di 11ê çileya pêşîn da hatibû şehîdkirin jî Midûrê Ewlehiyê yê Osmaniyeyê Nurettin Gokduman hat wezîfedarkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2018, 16:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE