Li 9 bajaran operasyona bylockê

Di operasyona li İstanbul û 8 bajarên din de 27 gumanbar hatin binçavkirin...

Li 9 bajaran operasyona bylockê

Li Stenbol û 8 bajarên din operasyona “bylock”ê hat lidarxistin. ji 50 gumanbarên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê heye, 27 kes hatin girtin.

Operasyonên li dijî FETÖ’yiyên ku bernameya Bylockê şixulandine dewam dikin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê 50 gumanbarên ku Bylock şixulandine biryara binçavkirinê da.

Navenda wê Stenbol, operasyon li Samsun, Sakarya, Konya, Kahramanmaraş, Hatay, Trabzon, Yozgat û Balikesîrê bi awayekî hemdem hat lidarxistin.

Di operasyonê de heta niha 27 gumanbar hatin biçavkirin.

Di nav wan kesên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê heye, mamoste û parêzer jî hene.

Dîroka nûkirinê: 02 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE