Li 9 bajarên din jî balon ê bifirin

SHGM ji bo firînên balonan zêde bike û tevkariyê bide turîzma welêt xêncî Kapadokyayê ji bo 9 bajaran jî xebat dan destpêkirin.

Li 9 bajarên din jî balon ê bifirin

Midûriyeta Giştî ya Hewadariya Sivîl a Wezareta Gihandin û Binesaziyê (SHGM) diyar kir ku gihandina balona hewaya germ xêncî Nevşehir-Kapadokyayê dikarin li Burdur-Bucak, Denizlî-Pamukkale, Edene-Kozan, Bidlîs-Xelat, Enqere-Polatlî, Afyonqerehîsar-Îhsaniye, Eskîşehir-Seyîtxazî, Samsun-Bafra, Aksaray-Ihlarayê jî bikin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê sitand, SHGM ji bo firînên balonan zêde bike û tevkariyê bide turîzma welêt xêncî Kapadokyayê ji bo 9 bajaran jî xebat dan destpêkirin.

Di çarçoveya "Giştînameya Teşwîqa Balonan" a ji bo li herêmên cuda balon werin firandin ya SHGMyê weşan da li ser daxwazan lêkolîn hatin kirin û 9 herêm ji bo firîna balonan wekî cihên baş hatin tesbîtkirin.

Di lêkolîna li herêman hat kirin da hat tesbîtkirin ku Burdur-Bucak, Denizlî-Pamukkale, Edene-Kozan, Bidlîs-Xelat, Enqere-Polatlî, Afyonqerehîsar-Îhsaniye, Eskîşehir-Seyîtxazî, Samsun-Bafra, Aksaray-Ihlara ji bo gihandina bi balonan ciyên baş in.

SHGMyê ji bo tevkariyê bide birin û anîna bi balonên hewaya germ a welêt par herêma Pamukkaleyê ji firînan da vekiribû, di çarçoveya giştînameyê da rusqet dan 5 saziyan ku li vê derê gihandina bi balonan bikin.

Di çarçoveya rêzika mijarê da hat diyarkirin ku xêncî destûra ku dabûn 5 saziyan ji bo kêmasiyên xwe temam bikin pêşdestûr dan 3 saziyên din jî.

Heke hersê sazî kêmasiyên xwe temam bikin hejmara saziyên li Pamukklaeyê bûne xwediyê rusqetê ew ê derkeve 8an.

Li dinyayê herî zêde li Tirkiyeyê ji bo ticaretê balon difirin

Ji hêla hecma trafîkê, hejmara rêwiyan û rojên difirin va di qada balonkariya hewaya germ da li dinyayê herî zêde li Tirkiyeyê operasyona ticarî tê meşandin.

Li gor daneyên SHGMyê, li herêma Kapadokyayê 25 saziyên balonan bi 239 balonên hewaya germ va di salê da kêmzêde 260 rojan difirin. Li herêmê di rojê da hema bêje 90 balon difirin, di salê da xizmetê didin kêmzêde 500 hezar turîstî.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2018, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE