Li 9 bajarên ku navenda wan Stenbol e di operasyona araq û şerabê da 72 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Qaçaxcîtiyê ya Midûriya Emniyeta Stenbolê dijî gumanbarên ku gelek araq û şeraba sexte çêkirine û wê li bajarên cuda bifirotana, operasyon kir.
Li Stenbol, Edene, Îzmir, Hatay, Kirklarelî, Tekirdag, Şanliurfa, Nîgde û Aksarayê di heman demê da ser 147 navnîşanan operasyon hat kirin û ji 107 kesên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê heye, jê 72 kes hatin girtin.
Di lêgerînan da ji 200 tonî zêdetir araq û şeraba sexte hat bidestxistin. Ji bo girtina 35 kesên din xebat didomin.
Gumanbar li emniyetê îfadeyê didin.