Li Adanayê 3 bersûcên bûbûn sedema mirina "Alan Kurdî" hatin qefaltin

Dadgeha Cezayê Giran a Bodrumê ji ser Pergala Enformatîk a Bideng û Dîmen (SEGBÎS) va darizandin kir û bi hinceta "kuştina îhtimala bi qestî ya 5 kesan" 125 sal cezayê hepsê li her bersûcekî birî.

Li Adanayê 3 bersûcên bûbûn sedema mirina "Alan Kurdî" hatin qefaltin

 Li Bodruma navçeya Muglayê cinazeyê sebiyê biçûk ê Sûriyeyî Alan Kurdî li peravê xistibû û di çarçoveya dozê da 3 şikbarên li wan digeriyan li Adanayê hatin qefaltin û li her yekî wan jî 125 sal cezayê hepsê hat birîn.

Li Bodrumê di 2yê Îlona 2015an da bota ku Sûriyeyiyên tê da dixwestin bi dereqanûnî derbasî Yewnanistanê bibin binav bû û di nav wan da Alan Kurdî jî bi tevahî 5 kesan can dabû û berpirsên bûyerê Cebraîl E, Ecevît Bulent G. û Ali Can Ş. jî firar bûn. Amirtiya Ewlehiya Navçeya Karataşê di encama xebat û lêgerînê da 3 bersûcên firarî qefalt û piştî muemeleyên ewlehiyê ew sewqî dadhegê kirin.

Dadgeha Cezayê Giran a Bodrumê ji ser Pergala Enformatîk a Bideng û Dîmen (SEGBÎS) va darizandin kir û bi hinceta "kuştina îhtimala bi qestî ya 5 kesan" 125 sal cezayê hepsê li her bersûcekî birî.

Bersûc piştî muemleyan sewqî girtîgehê hatin kirin.

Bûyer

Di 2yê îlona 2015an da keleka ku penaber tê dabûn û dixwestin bi qaçaxî derbasî Yewnanistanê bin li Bodrumê binav bûbû û ji 14 kesên di kelekê da 5 kes xeniqîbûn.

Wêneyên cinazeyê Alan Kurdiyê 2 salî ku li peravên behrê xistibû, li dinyayê bûbû rojev.AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2020, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE