Li Adanayê di çarçoveya lêpirsîna bertîlê da 5 berşik hatin girtin

Şaredarê berê yê Ceyhanê Kadir Aydar, Serokê Odeya Bazirganiya Ceyhanê Şeref Can, midûra îmarê ya şaredariyê, personelekî şaredariyê û mitehîdek şandin girtîgehê.

Li Adanayê di çarçoveya lêpirsîna bertîlê da 5 berşik hatin girtin

Li Ceyhana navçeya Adanayê ji 17 berşikên ku di çarçoveya lêpirsîna ji bo kirina kiryarên sûc avakirina rêxistinê, bertîl û xirabiyê da sewqî edliyeyê kirin, jê 5 kes hatin tewqûfkirin ku di navê da Şaredarê berê Kadir Aydar ku mezbeteya wî meha adarê hatibû betalkirin jî heye.

Miemeleyên 17 berşikên ku di çarçoveya lêpirsîna ku bi kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Ceyhanê tê meşandin da 5 roj berê bi îdiaya ji bo kirina kiryarên sûc avakirina rêxistinê, bertîl û xirabiyê hatin binçavkirin û bo edliyeyê hatin sewqkirin, temam bûn. Ji berşikan 8 jê piştî jêpirsîna dozgeriyê, 3 jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Şaredarê berê yê Ceyhanê Kadir Aydar, Serokê Odeya Bazirganiya Ceyhanê Şeref Can, midûra îmarê ya şaredariyê Gul Derya D, Serokê Konseya Bajarê Ceyhanê Selahattin G, personelê şaredariyê Şevket A. û mitehîd Murat Î. jî ji bo ku bên girtin şandin dadgeha nobedar.

Dadgehê ji 6 berşikan bo 5an biryara girtinê, bo Selahattin G. jî biryara hebsa malê da.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE