Li Adanayê di lêpirsîna PKKyê da 25 kes hatin binçavkirin

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr beriya 15ê sibatê ya serkeşê rêxistina terorê hatibû derdestkirin û anîbûn Tirkiyeyê li dijî şikbarên tevlî çalakiyên korsan bûne, êrîşên bi molotofê kirine, di dîmenên kamerayan da hatine tesbîtkirin û li ser medyaya civakî propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kirine xebat meşandin.

Li Adanayê di lêpirsîna PKKyê da 25 kes hatin binçavkirin

 Li Adanayê di lêpirsîna li ser PKK/KCKya rêxistina terorê da 25 şikbar hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr beriya 15ê sibatê ya serkeşê rêxistina terorê hatibû derdestkirin û anîbûn Tirkiyeyê li dijî şikbarên tevlî çalakiyên korsan bûne, êrîşên bi molotofê kirine, di dîmenên kamerayan da hatine tesbîtkirin û li ser medyaya civakî propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kirine xebat meşandin.

Di çarçoveya lêpirsîna dihat meşandin da bi piştgiriya polêsên herekata taybet va operasyon birin ser navnîşana 25 kesên hatin tesbîtkirin. Di opersyonê da ekîban deriyên malan şikandin, ketin û derketina kûçeyan girtin, bi kûçikan lêgerîn kirin.

Şikbarên hatin binçavkirin li Yekeya Tipa Edlî ya Adanayê ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û birin midûriyeta ewlekariyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE