Li Adanayê di malekê de cesedê jinek û mêrekî hatin dîtin.
Li gorî agahiyan li taxa Mithatpaşaya girêdayî navçeya navendî Seyhanê, li kolana 58167 di maleke yek qatî de dengê teqeyê hat.
Welatiyên ku dengê teqeyê bihîstin xeber dan polîsan.
Polîs û ekîbên Servîsa Acil a 112ê gihiştin cihê bûyerê û piştî venihêrînê tesbît kirin ku Yakup Erdem û Leyla Kolukisa canê xwe ji dest dane.
Cesed bi mebesta otopsiyê rakirin Saziya Bijîşkî ya Edlî.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e.