Li Adanayê dijî DEAŞê operasyon 4 gumanbar hatin girtin

Li Adanayê dijî DEAŞê operasyon 4 gumanbar hatin girtin

Li Adanayê dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon hat kirin û 4 kesên ku li gor nirxandinê amadehiya çalakiyê dikirin, hatin binçavkirin. 

Bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Adanayê ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê (TEM) dijî DEAŞa rêxistina terorê xebat da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da dijî 7 gumanbarên ku li gor nirxandinê wê ji ber girtina Mahmut Ozdenê qaşo "Mîrê Tirkiyeyê" yê rêxistinê û operasyonên ku li tevahiya welêt li dijî DEAŞa rêxistina terorê tên kirin, wê çalakiyê bikin, di heman demê da operasyon hat kirin.

Ekîban şeveqa sibê bi piştgiriya polêsên hareketa taybet avêt ser malên gumanbaran.

Ekîban derî şikandin û ketin hundirê malan û li vê derê lêgerîn kir û di lêgerînê da dest danîn ser demançeyên viroke û hin materyalên dîjîtal.

Di operasyonê da 4 gumanbar hatin binçavkirin û ew birin ewlehiyê.

Ji bo girtina 3 gumanbarên din xebat dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE