Li Adanayê jehrîbûna ji karbonmonoksîtê: 5 mirî

Li gorî agahiyan 5 kesên ku bi mebesta girtina masiyan çûn perava Aydinlara taxa Tabaklara girêdayî navçeyê, bi mebesta hêwirînê kon vedan.

Li Adanayê jehrîbûna ji karbonmonoksîtê: 5 mirî

Li perava Karataşa navçeya Adanayê 5 kesên ku bi mebesta masîgiriyê kon vedabûn ji xaza karbonmonoksîtê jehrî ketin û canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan 5 kesên ku bi mebesta girtina masiyan çûn perava Aydinlara taxa Tabaklara girêdayî navçeyê, bi mebesta hêwirînê kon vedan.

Xizmên komê piştî ku maweyeke dirêj ji wan bê xeber man, xeber dan rayedaran û piştî xebatekê 5 kes di bin kon de mirî hatin dîtin.

Piştî lêkolîna seretayî derket holê ku ew kes ji xaza karbonmonoksîtê jehrî ketine û canê xwe ji dest dane.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de didome.

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 09:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE