Li Adanayê di çarçovey lêpirsîna DEAŞa rêxistina terorê da ji 9 kesên ku derheqê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn, jê 8 kes hatin girtin
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr dijî DEAŞa rêxistina terorê xebat da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da 5 jê Sûriyeyî, 4 jê Iraqî bi tevahî 9 gumanbarên ku li gor nirxandinê di nav rêxistinê da fealiyetê dikin û li ser medyaya civakî propaganda kirine, bi piştgiriya polêsên herekata taybet va li ser navnîşana wan operasyon hat kirin.
Derî hatin şikênandin û di malan da 8 kes hatin binçavkirin. Di lêgerîna malan da materyalên dîjîtal hatin bidestxistin.
Gumanbar li Yekeya Tiba Edlî ya Adanayê ji aliyê tenduristiyê va hatin kontrolkirin û ew birin ewlehiyê.
Ekîb ji bo girtina gumanbarê din xebatê didomîne.AA